16 Mar 2012

Helbesta Şêrko Bêkes

helepçe (1)
Çardehê mehê bû
Li ser Goyjê
Ba qelema min firand.
Dema min dît û pê nivîsî
Kom kom firiyan peyvên min.
Panzdehê mehê bû
Sîrwan qelema min bir
Çaxê min girt û pê nivîsî
Bûn masî helbestên min
Şanzdehê mehê bû
Axx şanzdehê mehê !
Ku Şarezûr qelema min wergirt
Dema vegerand ku ez binivîsim
Wek Helepçe hişk bûbûn tiliyên min…



bajar (2)
‘Îro tenê di navbera du saetan de
li nav sînga bajarê min pêncî çem xeniqandin’
Qudis wisa got.
‘Îro tenê di nav yek saetê de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.’
Hîva şeva ezmanê Santîago wiha ji min re got.
‘Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş î pişta min
mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.’
Hespekî reş î bijsor ê Afrîkaî wiha ji min re got.
Min jî got;
‘Birano !
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehisiya.’

bejn (3)
Ji bo şehîdekî û du, sê û çar
Ew dem min herdu çavên xwe wek Nalî
dikir du cuh û du çem.
Min ew dem ji bo malek û gundek
û baxekî bi ciwanî mirî
Min vî dilê xwe dikir ewrekî payîzî
Lê vêga ji bo pênc hezaran
Ez çawa karim du çav bikim
pênc hezar gol û derya,
du destan çawa bikim pênc hezar
mirdayeqên şewitî,
Dilekî bikim bi pênc hezar ewr
Ez heriya kurê bi pênc hezar
qirikên fetisî de dakim.
Ez dizanim ev jan
Peyvên min bêmirad dike
Her çiqas tilî dirêj bigerîne jî
Nagihîje bejna Helepçe.

yanzdeh (4)
Deqîqeyek, nîv deqîqe
Çend saniye ber bi yanzde
Ezman wek giyanê Mewlewî saf û ronî bû
Wek hespê Ahmed Muxtar
Di nav hêşinahiya Şarezûr de
Canîka biharê bi şirrîn bû
Giragulan weke Goran
Gulstêrkên weke şiîran,
li porê xwe didan.
Deqîqeyek, nîv deqîqe
Çend saniye ber bi yanzde
Li bin banê xaniyekî bêhinav î Helepçe
Malbatek bûn, dayik û bav û têjik
Çend saniye ber bi yanzde
Dayikê dergûş dihêjand
Pitik kenek dihatê
Bavik guh dabû bandekê û pal dabûn
Bû yanzdeh
Gurmînek û du û sê
Û dûyekî wek dilê kurê Oce
Hewa mir û ezman mir û bihar mir
Dayik û bavik û pitik
Bi yanzdeh de
Li bin banê xaniyekî bêhinav î Helepçe
Bûn sê peykerên di hembêza hev de
Piştî yanzde
Bajar kevokeke fetisandî bû
Stûwê wê di bin baskê wê de
Ne gimgima wê ne çîke çîkek
Ne pistînek ne qiştînek
Ne xire xirek ne dengê nefesekê
Piştî yanzde
Tenê dengek tenê pistînek
Li wî bajarî ku digihîşt çiya
Di nav behra jehrê de
Bask dida ber bi jiyanê
Tenê dengek piştî yanzde
Dengê banda teyba li nav xanî
Ku marşa çek û pêşmerge lê dida..

3 yorum:

  1. Merhaba Canê birşey soracaktım PolitikART sayılarını nereden temin edebilirim?
    Saygılar...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. merhaba, politikart yeni özgür politika gazetesinin eki olarak çıktığı için ayrıca temin etmek zor... belli bir sayı mı genel olarak mı?

      Sil